TUAY-DER: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin

 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de bang li her kesê kirin ku bikevin tevgerê û wiha gotin: “Divê desthilatdarî demildest dawî li polîtîkaya tecrîdkirin û îzolasyonkirina birêz Abdullah Ocalan bîne. Lazim e malbat û parêzer dikaribin hevdîtinê pêk bînin.”

Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) têkildarî grevên birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û girtiyên li girtîgehan li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Malbatên girtiyan û rêveberên TUAY-DER’ê beşdarî civînê bûn. Hevserokê TUAY-DER’ê Abdulmenaf Kur di civînê de axivî û bi bîr xist ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin û wiha got: “Em jî wek malbatên girtiyan ji bo daxwaza wan bê pejirandin bang li raya giştî dikin û em xwedî li daxwaza wan derdikevin.”

Kur da zanîn ku tecrîdek şidandî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêve birin û ev tişt anî ziman: “Birêz Leyla Guven di roja 89’emîn de li mala xwe pêşengiya vê berxwedanê dike. Rewşa birêz Guven her roja ku diçe xerabtir dibe. Li girtîgehan jî bi heman daxwazê ji 280 kesî zêdetir girtî di greva birçîbûnê de ne. Em wek malbatên girtiyan bi fikar in. Girtiyan dixin hucreyên yekkesî. Di bin navê lêpirsînên dîsîplînê de ceza li wan tên birîn. Dermanan nadin wan û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Destûra heyetên serbixwe jî nayê dayîn ku biçin ziyaretê.”

‘Bila desthilatdarî gav biavêje’

Kur diyar kir ku ew bang li hikûmetê dikin ku van daxwazên demokratîk qebûl bikin û dawî li pêkanînên bêhiqûqî bînin û wiha got: “Pêkanîn antî demokratîk û pêkanînên faşîzane yên li dijî girtiyan ji serdema 12’ê Îlonê bihûrîne. Divê hemû hêzên demokrasiyê li dijî van pêkanînan li hev bicivin û em dixwazin bibin yek deng. Em bang li CPT û rêxistinên mafên mirovan dikin ku demildest gav biavêjin. Divê hemû sazî û dezgehên mafên mirovan û demokratîk jî helwesta xwe deynin holê û hestiyar tevbigerin. Bêyî ku dereng bibe divê her kes bikeve tevgerê. Em naxwazin encamên nebaş biqewimin. Ev berpirsyariya hemû civaka xwedî wîjdan û ehlaqî ye. Ji ber vê yekê divê desthilatdarî demildest dawî li polîtîkaya tecrîdkirin û îzolasyonkirina birêz Abdullah Ocalan bîne. Lazim e malbat û parêzer dikaribin hevdîtinê pêk bînin.” AMED