2 kesên din dest bi grevê kirin

Li bajarê Kasselê yê Almanyayê, greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger bi 5 kesan dest pê kiribû, dewam dike. Ji çalakgeran Omer Bagdûr û Cemal Kobanê diyar kirin ku dê çalakiya xwe bi rengekî bêdem û bêdorveger bidomînin

Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê 8’ê mijdara 2018’an dest pê kirin, roj bi roj zêde dibin.

Li bajarê Kasselê yê Almanyayê, komek ji kurdistaniyan hefteya borî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kiribûn. Ji çalakgerên greva birçîbûnê Omer Bagdûr û Cemal Kobanê daxuyaniyek dan û diyar kirin, dê çalakiya xwe bi rengekî bêdem û bêdorveger bidomînin.

Cemal Kobanê diyar kir ku ji duh ve wan çalakiya xwe kirine bêdem-bêdorveger. Omer Bagdûr jî wiha got: “Em jî dixwazin bikevin bin vî barî. Divê her welatparêz, her kurd xwedî li vê berxwedanê, xwedî li Rêbertî derkeve.” KASSEL

Dikarî Biecibînî