Leyla Guven bû welatiya rûmetê ya Parîsê

Meclisa Şaredariya Parîsê bi piraniya dengan welatîbûna rûmetê ya Parîsê da Leyla Guven

Li ser daxwaza endama Meclisa Şaredariya Parîsê Danîelle Sîmonnet, Leyla Guven ku ev 90 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grev birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bû welatiya rûmetê ya Parîsê.

Daxwaza ji bo welatîbûna rûmetê ya Leyla Guven pêşkêşî dengdanê hate kirin. Meclisa Şaredariya Parîsê bi piraniya dengan welatîbûna rûmetî ya Guven qebûl kir. Partiya Çep, Partiya Komunîst a Fransayê, France Insoummise û Partiya Keskan piştgirî dan pêşniyarê.

Sîmonnet li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û wiha got: “Serketin! Şaredariya Parîsê daxwaza min a ku welatîbûna rûmetê bide wekîla HDP’ê Leyla Guven û piştgiriyê bide gelê kurd ê mexdûrê Erdogan e, qebûl kir.” PARÎS