Cenazeyê Mîr Tehsîn Beg hat definkirin

Cenazeyê mîrê êzidiyan Mîr Tehsîn Beg ku li Almanyayê çû ser dilovaniya xwe, li warê wî Şêxan a girêdayî Duhokê ya başûrê Kurdistanê bi merasîmekê hat definkirin

Cenazeyê Mîrê êzidiyan Mîr Tehsîn Beg ku duh ji Almanyayê anîn başûrê Kurdistanê li warê wî li bajarokê Şêxan a Duhokê bi merasîmekê hat veşartin. Gelek welatiyên êzidî, nûnerên partî, rêxistin,  hikûmet û konsolosxaneyên welatan beşdarî merasîma cenazeyê Mîr Tehsîn bûn. Di heman demê de şandeyeke HDP’ê jî beşdarî merasîmê bû. Piştî veşartina cenazeyê Mîr Tehsîn Beg li Şêxan sersaxî tên qebûlkirin.

Mîrê êzidiyan Mîr Tehsîn Beg roj 27’ê çileyê li Almanyayê di 86 saliya xwe de koça dawîn kir. HEWLÊR