Li Kelarê qeza: Endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da

Li ser rêya di navbera Kelar û Deriyê Pêrwêzxan wesayîteke endamên asayîşê tê de û wesayîteke barhilgir li hev qelibîn û endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da

Li ser rêya di navbera Kelar û Deriyê Pêrwêzxan a başûrê Kurdistanê de wesayîteke endamên asayîşê tê de û wesayîteke barhilgir a cureya MAN li hev qelibîn.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Polîsên Trafîka Germiyan dane, di qezayê de endamekî asayîşê yê 61 salî jiyana xwe ji dest da û 5 endamên din jî birîndar bûn.

Hemû birîndar rakirin Nexweşxaneya Lezgîn a Şehîd Hejar a Kelarê. Lê ji wir jî 2 birîndarên rewşa wan giran rakirin nexweşxaneyên Silêmaniyê. KELAR

Dikarî Biecibînî