HDP’ê namzetê xwe yê Çinarê guherand

Navenda Nûçeyan

HDP’ê ji bo hevşaredariya Çinarê namzetên xwe aşkera kir. Ji bo namzetiyê bi lihevkirina PDK-T’yê re Bedrî Kaya û Necla Tamrîş wek namzet diyar kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên ji bo hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê didomîne û diyarkirina namzetên xwe berdewam dike. HDP’ê namzetê xwe yê şaredariya navçeya Çinarê ya Amedê ku di çarçoveya tifaqa xwe ya bi KDP-T’yê re diyar kiribû, guherand. HDP’ê berê ji bo şaredariya navçeyê Ozan Gardaş weke namzet nîşan dabû. Lê di encama bertekên raya giştî de namzetiya Ozan Gardaş paşve kişand û ji bo namzetiyê serokê navçeya Sûrê yê partiya xwe Bedrî Kaya weke namzet nîşan da.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin HDP û KDP- T’yê li ser namzetiya Kaya li hev kirine û weke berê hatibû plankirin dê bi hev re xebatên hilbijartinê bimeşînin. Li gorî vê yekê HDP’ê ji bo namzetiya Hevşaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Badrî kaya diyar kir.

Li aliyê din HDP’ê namzetên xwe yên Agirî û Çewlikê jî zelal kir. Namzetên hevşaredariyê yên navçe û Navenda Çewlik û Agiriyê hatin eşkerekirin. Li gorî vê yekê li navenda Çewlikê Hatîce Kavran û Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDPê Hişyar Ozsoy weke namzet hatin nîşan dan. Li navçeya Kanîreşê Evîn Ozen û Ozkan Bîngol, li navçeya Dêra Hênê Şefîka Dogan û Sadûlah Urkun û li navçeya Bongilanê jî Eyşê Kaya û M. Siddik Çelîkler hatin nîşandan. Ji bo Şaredariya Agiriyê jî Ebdurrehman Dogar û Yelîz Karaaslan hatin nîşandan.

Dikarî Biecibînî