Rewşa çalakgerên girtî xirab e

 Çalakiya koma destpêkê ya girtîgiyên li girtîgehan ên li dijî tecrîdkirina Ocalan di roja 52’yemîn de berdewam dike. Çalakger Cengaver Aykul ku 52 roj in di grevê de ye rewşa tenduristiya wî xerab dibe

Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sê meh li pey xwe hişt. Çalakiya girtiyên siyasî ku di 16’ê kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn di roja 52’yan de berdewam dike. Li girtîgehan niha 291 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Yek ji van çalakgeran Cengaver Ayluk ê di sala 2013’an de hat girtin û rastî 15 sal veza hatiye ye. Aykul, heta niha li girtîgehên Amed, Gumuşxane, Patnos û Xerpêtê girtî ma. Aykul, piştî di 16’ê kanûna 2018’an de li Girtîgeha tîpa L a Patnosê dest bi greva birçîbûnê kir, ew şandin hucreyê. Di roja 10’an de ji Patnosê sirgunî Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê kirin.

Parêzer Serhan Ozdemîr ku li Xarpêtê Aykul ziyaret kir diyar kir ku rewşa tenduristiya muwekilê wî her diçe xerab dibe û xwest heyetek serbixwe ya dixtoran biçe kontrolê. Ozdemîr anî ziman ku li girtiyên ketine greva birçîbûnê ferz dikin ku têkevin rojiya mirinê û wiha got: “Aykul li Patnosê piştî 10 rojan ket grevê ew sirgunî Girtîgeha Xarpêtê kirin. Heta 15 rojan ji xeynî pêdiviyên Aykul ê şekir, xwê û lîmanê pêdiviyên din pêşwazî nekirin. Rêveberiya girtîgehê bi helwesta xwe rojiya mirinê li girtiyan ferz dike. Rêveberiya girtîgehê teqez li ser girtiyan ferz dike ku têkevin rojiya mirinê. Hêj muwekilên me nikarin pêdiviyên xwe temîn bikin û çalakiya xwe berdewam dikin. Aykul heta niha 20 kilo zeîf bûye. Serêşî zêde bûye û ronahiy çavên wî kêm bûye. Nikare bi lez tev bigere û destê wî diricifin. Midûrê girtîgehê ji wan re dibêje ‘Hûn bi dizî dixwin ez dizanim’. Dema bi şev radizên rastî neheqiya gardiyanan tên. Dixtorê girtîgehê jî wekî feraseta rêveberiya girtîgehê tevdigere. Pîvana şekir û tansiyonan jî nakin. Ji ber vê yekê divê heyetek serbixwe ya dixtoran biçe li girtîgehê lêkolîn bike.”

Ozdemîr  wiha bi dawî kir: “Pir bi êş e, muwekîlê min careke din diyar kir ku nikare derkeve hevdîtinê û xwest pênûs û kaxizekê jêre bişîne û vasiyeta xwe jêre binivîse. Aykul diyar kir ku ew teqez bi biryar in heta daxwazên wan pêk neyên dest ji çalakiya xwe bernadin û  heta encam bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Aykul bang li raya giştî kir û xwest ku hestiyar tevbigerin.” AMED