Li Gebzeyê tecrîd şermezar kirin

Endamên Înîsiyatîfa Hevgirtina Zindanan a Marmarayê girtiyên di greva birçîbûnê de ya li Gebzeyê silav kirin û xwestin ku demildest tecrîd rabe

Înîsiyatîfa Hevgirtinê ya Zindanan a Marmarayê ji bo piştgiya çalakgerên greva birçîbûnê şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Bajêr a Gebzeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de gelek kes amade bûn.

Endamên Înîsiyatîfê pankarta bi nivîsa, ”em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin” vekirin. Hevseroka Bajêr a HDP’ê Leyla Aygun daxuyanî da. Aygun diyar kir ku temînata aştiya Tirkiye û Rojihilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Ocalan e û wiha domand: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê bi lez ev tecrîd bi dawî bibe. Birêz Leyla Guven 3 meh in ji bo aştiyê û rakirina tecrîde di grevê de ye. Li gel ku Leyla Guven hat berdan jî qet gav paş ve neavêt. Diyar kir ku heta tecrida li ser Ocalan û hemû Tirkiyeyê bi dawî bibe dê çalakiya xwe berdewam bike. Di şexsê Guven de berxwedan her ku diçe li her derê belav dibe. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabahat Tuncel û Parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak jî tev li vê berxwedanê bûne û çeperê wê firehtir kirine.”

Aygun herî dawî bang li her kesî kir û wiha got: “Divê hemû cemaweriya demokratik a Tirkiye û navneteweyî li dijî tecrîda li ser Ocalan ê ku temînata aştiya gelên Tirkiyeyê ye, bi hestiyar tevbigerin.” KOCAELΠ