Pêngava Karwanê Zeytûnan ji Kobanê dest pê kir

Rewşenbîrên herêmên Firat û Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ‘Karawanê Zeytûnan’ ê çandina darên zeytûnan, ji bajarê Kobanê dest pê kir

Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Kurd-Sûrî, Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê tevî bi dehan rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn û pêngava destpêkirina ‘Karwanê Zeytûnan’ ragihand. Di pêngava Karwanê Zeytûnan de Yekitiya Rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê darên zeytûnan ji çemê Firatê heta Dîcleyê li gorî hejmara gundên Efrînê (366 gund) biçînin. Dê 366 daran li herêma Firat her wiha 366 daran jî li herêma Cizîrê biçînin.

Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm ve hate xwendin. Leyla Îbrahîm di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “Bi boneya salvegera êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê (20’ê çileya 2018’an) ku ji bo em vê rojê bikin roja cîhanî ya Efrînê, salek li ser binpêkirin, kuştin, revandin û talankirinê derbas bû. Bi sedhezaran şêniyên Efrînê ji ber komkjiyên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku ji malên xwe derkevin. Bi dehhezaran zarok ji xwendina xwe bê par man. Artêşa tirk a dagirker talankirin, revandina jinan, kuştina zarokan û guhertina demografîk li Efrînê didomîne. Malbatên çeteyan li şûna malbatên resen bi cih dikin. Armanca wan ji vê yekê ew e ku aramî û jiyana hevbeş li herêmê bikin hedef.”

Leyla di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku gelê kurd di nav dîrokê de her wiha di şerê li Sûriyeyê de ji aliyê dewletên dijberî projeya kurdî ve rastî gelek zehmetiyan hatin. Herî dawî jî Efrîn hate dagirkirin. Hemû nirxên mirovî û exlaqî hatin binpêkirin.”

Leyla Îbrahîm di berdewama daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Em weke saziyên çandê yên Rojava û bi dirûşma “Efrîn dê ji nû ve şîn bibe” û ji bo wefedariya bi şehîdan re dest bi pêngava Karwanê Zeytûnan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em ê 366 darên zeytûnan li gorî hejmara gundên Efrîna birîndar, biçînin. Em ji çemê Firatê dest pê dikin û li çemê Dîcleyê bi dawî bikin.”

Piştî daxuyaniyê rewşenbîran dest bi çandina darên zeytûnan li dibistan, goristanên şehîdan û navendên giştî kir û paşê dê ber bi bajarê Girê Spî ve biçin. KOBANÊ