Li Dirbesiyê 150 kes ketin greva biçîbûnê

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê 150 kes ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakgerên grevên birçîbûnê ketin greva biçîbûnê

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê 150 kes bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana girtîgehan em ê tecrîdê hilweşînin” ketin greva biçîbûnê. Bi vê armancê konê grevê li qada şehîdan hate vedan. Kon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamantera HDP û hevseroka KCD‘ê Leyla Guven hate xemildan. Çalakî dê 3 rojan berdewam bike. Bi dehan şêniyên navçeyê herikîn bin konê çalakiyê.

Çalakiya grevê bi gotina rêvebira Kongreya Star Ebîr Hesen dest pê kir. Ebîr Hesen destnîşan kir ku ew weke jin û mêr piştevaniya berxwedaniya Leyla Guven dikin û wiha got:” Ev berxwedanî ji bo gelê kurd ne nû, ji beriya 40 salan ve kurd têkoşîna azadiyê dimeşîne. Leyla Guven bi berxwedana xwe dîrokê dizivirîne. Em ê bi îradeya xwe bi ser bikevin.” Ebîr Hesen diyar kir ku çalakiya wan berdewam e heta tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah bi dawî bibe.

Serdana şêniyan a ber bi konê çalakiyê ve berdewam e. HESEKÊ