Çalakiya şengaliyan li ser sînor didome

 Çalakiya nobetê ya şengaliyan a ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de, di roja 13’emîn de bi biryardarî berdewam dike. Xelkê Şengalê ji bo piştgiriya çalakvanên li ser sînor meşek li dar xistin

Çalakiya nobetê ya şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û Rojava de di roja 13’emîn de bi biryardarî dewam dike. Bi sedan şêniyên Şengalê ji navçeya Xanesor û Sinûnê ber bi baregeha leşkerî ya artêqa Iraqê a li Xanesorê ve meşiyan.

Şengaliyan da zanîn ku heta ku korîdora mirovî neyê vekirin, dê çalakiya xwe dewam bikin. Li ser navê çalakvanan şandeyek bi rayedarên baregeha leşkerî ya Artêşa Iraqê a li Xanesorê re civiya. Welatiyan daxwazên xwe ji rayedaran re anîn ziman û xwestin korîdora mirovî di demek zû de were vekirin. Rayedarên Iraqê jî ji welatiyan re gotin ku ew ê ji bo vekirina korîdora mirovî bi aliyên peywendîdar re biaxivin. ŞENGAL