Roboskêyiyan serdana Leyla Guven kir

J

Malbatên Roboskê serdana hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven kirin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 90 roj in di greva birçîbûnê ya bêddem û bêdorveger de ye

Malbatên Roboskê serdana hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 90 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye kirin. Hayyam Encu ya ku kurê wê Şivan Encu di komkujiya Roboskê de hatibû qetilkirin û Velî Encu yê ku di komkujiya Roboskê de birayê wî hatibû qetilkirin li Amedê serdana Guven kirin. Di serdanê de Guven axivî û wiha got: “Di bombebaranê de dilê we parçe parçe bû, qîrîna we qîrîna gelekî bû. Ji bo min xemgîn nebin, canê min ji yê zarokên we ne bi qîmettir e.” AMED