Berxwedana li Strasboûrgê di roja 52’an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Strasboûrgê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, 51 roj li pey xwe hiştin

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Strasboûrgê bi 14 çalakgeran dewam dike ku yek ji wan hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê Yuksel Koç e. Di nav 51 rojan de bi hezaran kes ji welatên cuda yên Ewropayê hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Tevî ku rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe, çalakger pêşwaziyê li mêvanan dikin.

Kurdistaniyên ji bajarên Bern, Aaraû û Zurîchê yên Swîsreyê û bajarên Hambûrg, Koln, Bremen, Kassel, Heîlbronn û Pforzheîm ên Almanyayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Strasboûrgê serdana çalakgeran kirin.

Desteka çalakgeran

Komek ji endamên Partîzan, ji bo piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê hatin Navenda Civaka Demokratîk a Kurd. Sê endamên Partîzan ên bi navê Selahattîn, Ahmet û Arda, bi Mehmet Nîmet Sevîm ê çalakger re rûniştin û li ser çalakiyê agahî wergirtin. Endamên Partîzan piştgirî dan berxwedana li dijî tecrîdê û li ser têkoşîna hevpar a gelan nêrînên xwe parve kirin.

Navên berxwedêrên ji 17’ê kanûnê ve li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne wiha ne: Siyasetmedar Dîlek Ocalan, Mustafa Sarikaya û Mehmet Nîmet Sevîm, rojnameger Gulîstan Çiya Îke, akademîsyenê ji rojhilatê Kurdistanê Kardo Bokanî, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, siyasetmedarê ji başûrê Kurdistanê Mohamme Ghaderî, çalakger Denîz Surgut, Ekrem Yilmaz, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Ayvaz Ece, Agît Ural û Kerem Solhan. STRASBOÛRG