Li Hênê û Licê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Walîtiya Amedê li 17 tax û mezrayên Licê û Pasûrê yên Amedê qedexeya derketina derve rakir. Walîtiyê niha jî li 11 taxên Hênê û Licê qedexeya derketina derve ragihand

Li taxên Ecemî, Şenlîk, Bîrlîk, Abalî, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper ên Licê yên Amedê û li gundên Kaladibî, Akçayurt, Topçular, Yukariturali yên Hênê yên Amedê îro ji saet 06.00’an ve qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Beriya ku qedexeye were ragihandin bi tevlêbûna yekîneyên taybet operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Li 17 tax û mezrayên Licê û Pasûrê jî qedexe hate rakirin. AMED

Dikarî Biecibînî