Dewletê şêniyê Sûrê xapand û doz lê vekir

Rayedarên Polîtîkayên Malbat û Civakê yên Amedê di çarçoveya ‘Biryara îstimlaqkirina lezgîn’ de li Sûra Amedê xwestin mala Erol Kebîr birûxînin. Ji bo vê jî ji xistina kar heta gelek mijaran, soz didin Kebîr.   Lê rayedarên dewletê Kebîr dixapînin û niha jî der barê wî de doz hatiye vekirin

Rûxandina li taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê berdewam dike. Li taxa Alîpaşayê li şûna avahiyên tên xerakirin, avahiyên vîlla yên duqatî tên çêkirin. Yek ji van malan jî li Kuçeya Sîmarê mala Erol Kebîr ê 55 salî ye.

Di sala 2018’an de midûrê Polîtîkayên Malbat û Civakê ya Bajêr Halît Açar serdana Kebîr kiribû û soz dabû ku dê wî têxe karekî û alîkariya wî bike. Ajansa fermî ya dewletê Ajansa Anadoluyê (AA) jî ev yek bi sernavê ‘Dewlet, li Amedê xwedî li welatiyê 30 sal in bi tenê dimîne derket’ serwîs kiribû.

Bi 500 lîreyan xapandin

Têkildarî mijarê Kebîr axivî û da zanîn ku heta niha tu sozên ku ji wî re hatine dayîn, pêk nehatine. Kebîr got ku kesên ji wî re gotin; ‘Em ê alîkariyê bidin te, em ê xanî bidin te û te têxin karekî’ tiştek nekiriye û wiha domand: “Heta ku gotin; ‘Ger tu bixwazî bizewicî em ê alîkariyê bidin te. Açar ev soz dan lê bi cih neanîn. Dema hatin vir bi rûken bûn. Kêfa min jî hat û 500 lîre xistin bêrîka min. Got ku ev alîkarî dê bidome. Piştre min fêm kir ku ev pere jî ji bo pereyê kireyê bû. Ji bo ku ez ji mala xwe derkevim û têkevim xaniyekî kirêkirî ev pere dan min. Min piştre fêm kir û çûm cem wî. Ji min re got; ‘tu ketî xaniyekî bi kirê?’ Her kes heman pirsê dike. Yaw ev xaniyê min ê bi tapo ye. Wê demê bila xaniyekî bidin min. Bila soza xwe bi cih bînin da ku ez jî derkevim.”

Bê parêzer e

Kebîr got ku hebûn û nebûna wî hemû tenê ev xanî ye û wiha bi dawî kir: “Li vê malê ji dayik bûm û niha 55 salî me. Ji bo vê malê re dibêjin 25 salî ye. Ev mal tenê ya min nîne. Sê şirîkên din jî hene. Ji bo wê dibêjin 46 hezar lîre. Serokatiya TOKÎ’yê ji bo rûxandinê der barê min de doz vekir. Danişîna dozê jî dê di 7’ê sibatê de li 7’emîn Dadgeha Asliye Hiqûq a Amedê pêk bê. Parêzerê min nîne. Ji ber wê jî nikarim xwe baş biparêzim. Ger ku dadgeh biryareke neyînî bide ez ê li kolanê bimînim. Ez bêkarim û ji bo kar her tim serî li ÎŞ-KÛR’ê didim. Her wiha nexweşiyên weke obstruktîf a kronîk a pişikê (KOAH), mezinbûna dil, fetqa navikê û hwd. li min peyda bûne.” AMED