Vîtamîna B1 nadin girtiyên di grevê de ne

Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Gulay Gun Bîlîcî ku ji Girtîgeha Jinan a Şakranê derket, bal kişand ser rewşa tenduristiya 3 jinên di greva birçîbûnê de ne û diyar kir ku rayaderên girtîgehê vîtamîna B1 nade girtiyan

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 91’an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiyên 291 girtiyan jî di 53’yan de didome. Li Girtîgeha Jinan a Şakranê jî ji 26’ê kanûna 2018’an ve girtiyên bi navê Rahşan Aydin, Ebrû Guden û Gulten Akgun di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Gulay Gun Bîlîcî ku ji Girtîgeha Jinan a Şakranê derket, anî ziman ku pirsgirêkên tenduristiyê yên jinên di grevê de zêde dibin û rêveberiya girtîgehê wan baş kontrol nake.

Bîlîcî bi bîr xist ku ew hemşîre ye û wê li gor derfetên qawişê tenduristiya 3 jinên di grevê de dikir û da zanîn ku dê di rojên pêş de hejmara kesên di greva birçîbûnê de zêde bibe. Bîlîcî destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê tenduristiya girtiyan baş kontrol nake û wiha domand: “Bijîşkên girtîgehê tenê li tansiyon û nabiza girtiyên di greva birçîbûnê de dinihêrin. Diviya 2-3 rojan carekê li xwîna wan binihêrin, lê mixabin ev yek nayê kirin. Hin derman û karbonat hene divê bidin kesên di greva birçîbûnê de ne. Lê belê piştî roja 20’an karbonat dan. Jixwe vîtamîna B1 nadin. Bijîşk diket hundir digot ‘tiştekî we heye?’ û muayene nedikir.”

Plansazî hatibûn çêkirin

Di axaftina xwe de Bîlîcî diyar kir ku hêdî hêdî kesên di grevê de ne jibîrkirin li wan peyda dibe û wiha pêde çû: “Pir zihîf nebûne, çimkî di warê vexwarina tiştên avî de me plansaziyeke standart çêkiribû. Plansaziya ku rêveberiya girtîgehê çênekir, me çêdikir. Bi taybetî jî me ji fêkiyên ji kantînê dihatin, ava wan deridxist. Me nedihişt zêde şekir bixwin. Rojê me 5 kevç şekir, du kevçî xwê û hinekî karbonat dida wan. Me bixwe vîtamîna amade dikirin û didan hevala.”

Jinên girtî bi biryar in

Her wiha Bîlîcî destnîşan kir ku jin di greva xwe de bi biryar in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê dewlet ji bo bidawîkirina tecrîdê demildest gav biavêje. Asta tecrîda li Îmraliyê zêde bûye. Her çend derketibim jî, em ê li derve xwedî li têkoşîna wan derkevin. Li girtîgehê kengî moralê me xirab bibûna, berxwedan û kena çalakgerên di greva birçîbûnê de hêz dida me.” ÎZMÎR