Divê peyama çalakgeran baş bê famkirin

Nebahat Îşçî dayika Naîf Îşçî yê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku divê peyama girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne baş bê fêmkirin û bang li gelê kurd kir ku bi rengekî topyekun li dijî tecrîdê têbikoşin

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger Leyla Guven û 281 girtiyan dewam dikin. Yek ji çalakgeran jî Naîf Îşçî (22) ye ku li Girtîgeha Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê 10 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Dayika Îşçî Nebahat Îşçî têkildarî çalakiya kurê xwe axivî û diyar kir ku ew heta dawiyê li pişt têkoşîna kurê xwe ye.

Dayika 6 zarokan Îşçî, kurekî wê di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Cizîrê şehîd bûye û cenazeyê yekî jî hîn nehatiye dîtin. Dayik Îşçî piştî qedexeya li navçeyê ji aliyê aborî ve tengav bû, lewma li HDP’a Cizîrê dest bi kar kir.

Sîxurtî li ser tê ferzkirin

Îşçî destnîşan kir ku çend caran zexta sîxuriyê lê hate kirin û wiha domand: “Di berdêla muçeyekî bilind, xanî û xwendina zarokan li dibistanên baş, ji min xwestin ku bibim sîxur. Ji ber ku min ev qebûl nekir, dest bi îftira û lîstikan kirin. Wê demê ji zarokên min ê herî mezin Naîf bû û hîn 14 salî bû. Lingê wî şikestibû û nikarîbû rabe ser xwe. Şevekê avêtin ser malê û em her du binçav kirin. Ez hatim berdan lê ew hate girtin.”

Girtî di çalakiya xwe de bi biryar in

Di axaftina xwe de Îşçi qala axaftina xwe ya bi kurê xwe re kir û diyar kir ku kurê wê bi rêya telefonê jê re gotiye ‘Dayê me meraq neke, em baş in. Çalakiya me ya li vir bi biryardarî didome. Ji me re nebêje ku dest ji çalakiyê berdin. Ger hevrêya me Leyla Guven bedena xwe dide ber birçîbûnê, divê her kes baş zanibe bê ev tê çi wateyê. Heta ku daxwazên me bi cih neyên, em ê çalakiya xwe bi dawî nekin’.

Her wiha Îşçî da zanîn ku divê ev peyama kurê wê ji aliyê her kesî ve baş bê famkirin û kurê wê li girtîgehê, ew jî li derve li dijî tecrîdê têdikoşe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîd ancax bi yekitiya kurdan dikare ji holê bê rakirin.” ŞIRNEX