Wezareta Dadê ji bo çalakgerê Strasbourgê biryara bultena sor derxist

Wezareta Dadê der barê çalakgerê Strasbourgê parêzer Denîz Surgut ê ku 52 roj in li dijî tecrîdê di greva biçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, biryara lêgerîna bultena sor da

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê der barê çalakger parêzer Denîz Surgut ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev  52 roj in li Strasbourgê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, biryara lêgerîna bultena sor da.

Li gorî nûçeya nûçegîhana Arti Gerçekê Nalîn Oztekîn, Wezareta Dadê der barê çalakger parêzer Denîz Surgut de biryara lêgerîna bultenasor derxist û xwest îadeyî Tirkiyeyê bikin. Parezerê Surgut Huseyîn Bogatekîn diyar kir ku biryarek wisa li dijî hiqûq û mantiqê ye û got ku dê îtîrazê vê biryarê bikin.

Bogatekîn anî ziman ku dadgehê di 5’ê sibatê de biryarek li biryarê zêde kiriye û ev biryara dadgehê li ser UYAP’ê dîtine û da zanîn ku dadgehê ji ber nivîsa Wezareta Dadê ya di 28’ê çileyê de der barê Prz. Denîz Surgut de biryara legerîna bultena sor derxistiye û ev daxwaz dê ji rayedarên Fransayê re bê ragihandin.

Bogatekîn diyar kir ku muwekîlê wî Surgut dema li Tirkiyeyê bû, di bin çavan de rastî îşkenceyê hat û li Dadgeha Cezayên Giran a Gumuşhaneyê hat darizandin û 2 salan neheq hat girtin. AMED