Berxwedana li Şengalê 31 roj li pey xwe hiştin

 

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Şengalê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin 31 roj li pey xwe hiştin

Li navenda bajarê Şengalê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 6’ê çile de ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve hatî destpêkirin di roja 31’emîn de berdewam dike.  Endamên Meclis Gel a Şengalê, Saziya Xizmetguzariya Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) grevê berdewam dikin. Her wiha rojane bi dehan kes diçin serdana çalakgeran û piştgiriya wan dikin.

Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 6’ê çileyê de li Xanesora Şengalê dest bi greva birçîbûnê kiribûn lê berî 4 rojan grev derbasî Şengalê kirin. ŞENGAL