Asayîşa PDK’ê êrîşî greva birçîbûnê kir

Asayîşa PDK’ê êrîşî konê greva birçîbûnê yê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kir. 5 xwendekarên ku serdana çalakgerên greva birçîbûnê kiribûn, destgîr kirin

Asayîşa PDK’ê îro saet di 13:30’yî de êrîş bir ser konê greva birçîbûnê yê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê. Hêzên Asayîşê konê çalakgerên greva birçîbûnê hilweşandin û hem amûrên wan desteser kirin.

Her wiha ligel desteserkina amûr û alavên çalakvanan, 5 ciwanên xwendekar ên çûyî sedana çalakgeran jî ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin destgîrkirin. Navê ciwanên hatî destgîrkirin wiha ye: Xebat, Egîd, Huseyîn, Orhan û ciwanê navê wî nayê zanîn hatin destgîkirin.

Çalakgerên greva birçîbûnê hîn li qadê ne û bi biryar in çalakiya xwe bidomînin. HEWLÊR