Di şewata qursa quranê de sûcdar nehatin dîtin!

6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, di doza şewata qursa quranê ya di sala 2015’an de li navçeya Pasûrê rû da û 6 zarokan jiyana xwe ji dest da de, ji bo mamoste Faruk Işik 9 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî û biryara beraetê ji bo 5 bersûcên din da

Danişîna biryara doza derbarê 6 bersûcên şewata qursa quranê ya girêdayî Miftîtiya Navçeya Pasûrê ya Amedê di sala 2015’an de rû da û 6 zarokan tê de jiyana xwe ji dest da de hatibû vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên bersûc û mexdûran beşdarî danşînê bûn. Parêzerên mexdûran, xwestin sûcdar bên ceza kirin. Lê parêzerên bersûcan beraeta muwekîlên xwe xwestin.

Şandeya dadgehê piştî parastinên parêzeran biryara xwe aşkera kir. Dadgehê li mamoste Faruk Işik 9 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî û daxwazên parêzvanên mexdûran ên ji bo girtina Işik red kirin.

Dadgehê, dîsa ji bo 5 bersûcan Keyayê Gund Ozcan Ceylan, Abdullah Cengîz ê di Şandeya Pîr û Kalan de cih digire Abdullah Cengîz, Hanîfî Dîzmen, Hiyasettîn Bartar û Sebahattîn Çankaya biryara beraetê da. AMED