Nobeta ji bo vekirina korîdora mirovî bi biryardarî didome

Çalakiya nobetê ya şengaliyan a ji bo vekirina korîdora mirovî ya  di navbera Şengal û Rojava de, di roja 14’emîn de bi biryardarî berdewam dike. Şengalî aşkera dikin heta ku korîdor neyê vekirin dê çalakiya wan berdewam bike

Çalakiya nobetê ya şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û rojavayê Kurdistanê de, di roja 14’emîn de bi biryardarî li ber deriyê sînor didome. Duh bi sedan şêniyên Şengalê ji navçeya Xanesor û Sinûnê ber bi baregeha leşkerî ya artêqa Iraqê ya li Xanesorê ve meşiyan. Şengaliyan gotin ku heta ku korîdora mirovî neyê vekirin, dê çalakiya xwe dewam bikin.

Duh li ser navê meşvanan şandek bi rayedarên baregeha leşkerî ya Artêşa Iraqê ya li Xanesorê re civiyan. Welatiyan daxwazên xwe ji rayedaran re anîn ziman û xwestin korîdora mirovî di demek zû de were vekirin. Rayedarên Iraqê jî ji welatiyan re gotin ku dê ji bo vekirina korîdora mirovî bi aliyên peywendîdar re biaxivin. Çalakgerên şengalî di vekirina korîdorê de bi israr û bi biryar in. ŞENGAL