Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin

Dozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina parêzerên Ocalan a 787’emîn red kir

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal û Îbrahîm Bîlmez bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Lê serdozgeriyê serlêdana parezeran cara 787’emîn red kir.

Parêzer ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve ye bi hêcetên cuda nikarin hevdîtinê bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Li aliyê din birayê Ocalan Mehmet Ocalan di 12’ê çileyê de hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. STENBOL