Li 50 kesan cezayê girtîgehê hat birîn

Li 50 kesên beşdarî şahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne li her yekê salek û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn

Danişîna doza 64 kesên ku di 4’ê Nîsana 2013’an de li Rihayê beşdarî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûbûn bi îdaya “Propagandaya rêxistinê kirine” û “Li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” doz hatibû vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.

Endamê Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selîm Sadak û Hevseroka Giştî ya TUHAD-FED’ê ya bi KHK’ê hat girtin Zubeyde Teker jî di nav de ji 64 kesan dosyaya 12 kesan hat veqetandin û dosyeya 2 kesan jî bi hêceta wefat kirine hat girtin.

Parêzeran di dozê de parastina miwekîlên xwe kirin. Piştre likneya dadgehê Sadak û Teker jî di nav de li 50 kesan bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kirine” beraet kir. Dadgehê bi hinceta “Li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kirine” li her yekî/ê salek û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Heyetê cezayê 40 kesan taloq nekir û cezayê 10 kesan jî taloq kir. RIHA