Çalakgerên Strasboûrgê cihê xwe diguherînin

Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ji ber biçûkbûna cih û ji bo rewşa çalakgeran ne guncav e, ji sibe û pê ve cihê xwe diguherînin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hatiye destpêkirin, di roja 52’yan de didome.

Çalakiya ku heta niha li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya li Strasboûrgê bû, dê ji sibe û pê ve li navnîşana 273, Avenue de Colmar 67100 Strasboûrg li lokaleke din bidome.

Ji ber lokala NCDK’ê ne mezin e û ji bo rewşa çalakgeran ne guncav e, guhertineke wiha hate kirin.

Piştgiriyên ji bo çalakgeran didomin

Her wiha piştgiriyên ji bo çalakgeran jî didomin. Îro hevserokê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Tûncay Yilmaz û nivîksar Mahîr Sayan û bi dehan kes serdana çalakgeran kirin.

Mahîr Sayan di serdanê de axivî û wiha got: “Heta niha tu encam nehatiye wergirtin lê berxwedana greva birçîbûnê ji destpêkê ve bi ser ketiye. Hikûmeta tirk li Rojhilata Navîn tengav bûye û di demeke wiha de li dijî grevên birçîbûnê ketiye nav fikaran. Leyla Guven di roja 79’an de hate berdan û hikûmet neçar ma Mehmet Ocalan bişîne Îmraliyê.”

Bi dehan kurdistaniyên li bajarên cuda yên Ewropayê dijîn jî tevahiya rojê serdana çalakgeran kirin û li aliyê din nûnerên saziyên kurd jî serdana çalakgeran kirin. STRASBOÛRG