Şêniyên Til Hemîsê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo piştgirîdayîna berxwedana çalakiya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan meşiyan

Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê ji bo piştgiriya parlamentera HDP‘ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD‘ê Leyla Guven ku ev 91 roj in ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna di greva biçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, meşek li dar xistin. Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê bi armanca tevlêbûna meşê li ber avahiya meclisa navçeyê kom bûn.

Girseya gel wêneyên Ocalan, Leyla Guven, alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û QSD`ê hildan û dest bi meşekê kir. Şêniyan di nav kolanên navçeyê de ber bi çarxerêya Şehîdan ve meşiyan. Li ber çarxerêyê meş veguherî mîtîngê. Di mitîngê de axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de berxwedana Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatin silavkirin û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku armanca tecrîdê ew e ku derbeyê li projeya neteweya demokratîk a ku Ocalan pêşkêş kiriye, bixin.

Her wiha meş bi dirûşmeya azadiya Ocalan bi dawî bû. QAMIŞLO