Li 5 bajarên Ewropa çalakî

 Li dijî tecrîtkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger her ku diçin belav dibin. Ji bo piştigiriya bi berxwedêrên grevê re jî li her derê kurdistanî çalakiyan li dar dixin. Li 5 bajarên Ewropayê jî çalakiyên piştevaniya grevên birçîbûnê pêk hatin

Ji bo piştevaniya berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, li gelek deveran çalakî tên lidarxistin. Li bajarên Bern û Zurîch ên Swîsreyê û li bajarên Berlîn, Hîldesheîm û Bodensee yên Almanyayê kurdistaniyan çalakî li dar xistin.

Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger, kurdistanî li paytexta Swîsre Bernê li Bahnhofplatzê li hev civiyan û heta ber bi stasyona trenê ya navendî ve meşiyan. Çalakiya bêîteatiya sivîl piştî xwendina belavoka li ser grevên birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan, bi dawî bû.

Li bajarê Zurîhc ê Swîsreyê jî kurdistanî bi banga Meclisa Jinan a Bêrîtan tevî dostên xwe li Bahnhofstrasseyê çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Parlamenterek, Leyla Guven li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye” hate hildan û ji bo Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê dirûşm hatin berzkirin. Çalakgeran her wiha li ser mijarê gelek belavok belav kirin.

Li paytexta Almanya Berlînê saziyên ji baweriyên cuda, yên wekî, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Federasyona Êzidiyan (NAV-YEK) û Elewiyên ser bi Însiyatîfa Azadiyê ya Dêrsimê mîtîngek li dar xistin. Bi pankart û dowîzan piştgirî dan berxwedêrên greva birçîbûnê û li ser armanca çalakiyê belavok hatin belavkirin.

Li bajarê Hîldesheîm ê Almanyayê jî bi banga Komuna Jinê ya Meryem li ber HBF’ê çalakiyeke şermezarkirinê ya bêdeng hat lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Bodensee yê Almanyayê jî li Bûchhornplatzê li hev civiyan û piştgirî dan berxwedêrên greva birçîbûnê. Di çalakiyê de ku nûnerên Partiya Çep (Dîe Lînke) jî amade bûn, li navenda bajêr gelek belavok hatin belavkirin û li ser çalakiyên greva birçîbûnê agahî hatin dayin. Çalakgeran bang li CPT’ê kirin ku nebe hevparê sûc û tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Çalakgeran dirûşma “Ne mirinê, em jiyanê dixwazin” berz kirin. BRUKSEL