Qedexeya li 11 gundan hat rakirin

Qedexeya derketina derve ya li 11 gund û mezrayên girêdayî a navçeya Licê û Hênê hat rakirin

Walîtiya Amedê li 7 gund û mezrayên girêdayî navçeya Licê û li 4 gund û mezrayên girêdayî navçeya Hênê yên Amedê qedexeya derketina derve ragihandibû. Qedexe duh bi şev saet di 24.00’an de hat rakirin. Li heman herêmê jî operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Leşleran bi ser gelek malan de girtibû û ketin û derketina ji gundan qedexe kiribûn. AMED

Dikarî Biecibînî