14 hezar leşker û polîs li Kurdistanê hatine qeydkirin

Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP’ê li ser qeydên hilbijartinê yên nelirê raporek amade kir. Di raporê de hat diyar kirin ku 14 hezar leşker-polîs li Kurdistanê hatine qeydkirin

Komîsyona Karê Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser qeydên bi guman ên hilbijêran ên beriya hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê raporek amade kir. Rapor ji saziyên OSCE, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baro û saziyên navneteweyî re hatin şandin. Di encama lêkolînê de tespît bû ku li bajar û navçeyên HDP li pêş in, bi rengekî ne li rê hilbijêr hatine bicihkirin.

Di raporê de hat diyar kirin ku hêzên dewletê yên li bajarên cuda, li navenda bajar û navçeyên HDP lê xurt in, hatine bicihkirin, her wiha hêzên dewletê yên li qereqolên gundan jî li navenda bajaran hatine bicihkirin û di raporê de ev agahî hatin dayîn: “Piştî ku lîsteyên hilbijêran 4-17’ê çileyê hatin weşandin, ji bo 44 navçeyan serî li 34 desteyên hilbijartinê yên navçeyan hate dayîn ku qeyda 33 hezar hilbijêrî bên lêkolînkirin. Di encama lêkolîna desteya hilbijartinê ya bajar û navçeyan de, li 16 navçeyan hate tespîtkirin ku qeyda 12 hezar û 499 hilbijêrî hatiye guhertin, qeyda hilbijêriyê ya 1.286 kes/hêzên ewlekariyê hatiye rawestandin. Li 28 navçeyan jî qeyda 19 hezar û 421 hilbijêrî tevî ku lêkolîneke têrker nehatiye kirin hatiye redkirin.”

Di raporê de hat gotin deverên ku îtîraz li wan hatiye kirin lojmanên Midûriyeta Emniyetê, lojmanên midûriyeta herêmê ya MÎT’ê, pansiyonên emniyetê, otel, mal û lojmanên artêşê ne lê îtiraz bê hincet hatine redkirin û di dewama raporê de ev tişt hat gotin: “Ji bo 13 navçeyan serî li 14 desteyên hilbijartinê yên navçeyan hate dayîn û hate xwestin ku qeyda 4 hezar hilbijêrî bê kontrolkirin. Di encama lêkolînê de hate dîtin ku ji bo qeyda 4 hezar û 242 kesên li 13 navçeyan lêkolîn û guhertineke têrker nehatiye kirin, qeyda 24 hilbijêrî hatiye rawestandin û qeyda 41 hilbijêrî jî hatiye aktîfkirin.”

Cihê 14 hezar hilbijêran guhertin

Di raporê de hat destnîşan kirin HDP’ê aşkera kiriye ku li 184 navnîşana 19 hezar û 700 hilbijêr qeydkirî ne ku li van navnîşanan di hilbijartinên 24’ê hezîranê de tenê 5 hezar û 406 hilbijêr hebûn û wiha hat gotin: “Qeyda 14 hezar û 294 hilbijêrî ji bo bandorê li encama hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê yên li hin herêman bike, hatiye guhertin.”

Li gorî raporê 14 hezar û 294 hilbijêrên ku cihê qeyda wan hatiye guhertin, ji hêzên dewletê pêk tê û hat diyarkirin ku HDP’ê li ser mijarê serlêdan kiriye lê belê 95 ji sedî yê serlêdanan hatine redkirin. ENQERE