Temellî: Em dikarin dawî li vê rewşê bînin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re welat bi temamî hatiye tecrîdkirin û wiha got: “Em dikarin dawî li vê rewşê bînin.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di destpêka civîna hevserokên bajaran ên partiya xwe de axivî. Temellî diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re welat bi temamî hatiye tecrîdkirin û da zanîn ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ye ew balê dikişînin ser tecrîdê. Temellî da zanîn heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome dê ev welat ji hiqûqê, ji edaletê dûr bikeve û rewşa heyî jî mixabin piştrast vê ye.

Temellî anî ziman ku bidawîkirina tecrîdê dê pirsgirêka demokrasî û aştiyê ya welêt bi dawî bike û wiha dewam kir: “Mixabin heta niha gaveke erênî di vî warî de nehatiye avêtin. Berevajî, welat roj bi roj ji edalet û hiqûqê dûr ket. Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê yên ji 5’ê nîsana 2015’an û vir ve pêk tîne, welat veguheriye navenda pirsgirêkan. Pirsgirêkên giran her zêde dibin. Ji bo pirsgirêk çareser bibin divê tecrîd bi dawî bibe.”

Leyla Guven û grevên birçîbûnê

Temellî diyar kir ku tevî bêhiqûqiya giran jî ew têkoşîna xwe didomînin û ragihand ku Leyla Guven li refên herî pêş ên vê têkoşînê ye. Temellî bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 92’yan de ye û wiha got: “Asteke gelekî krîtîk e. Roj bi roj rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven nebaş dibe. Ev yek dibe ku rê li ber encamên giran ên telafiya wê nepêkane veke. Lewma divê em dereng nemînin û bi berpirsyariya xwe rabin. Ji bo dengê Leyla Guven li her derê bê bihîstin divê em bi wezîfeya xwe rabin. Me li Meclisê du rojan nobeda edalet, aştî û demokrasiyê girt û xwest balê bikişînin ser greva birçîbûnê. Kar û barên hikûmet pêwîst e di vî warî de bike, me bi bîr xistin. Hîn jî xwe ker dikin. Xemsariya li greva birçîbûnê pirsgirêkan ne tenê mezin dike, hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne dixe nava rîskê. Ger rewşeke nebaş biqewime dê desthilatdarî ji vê yekê berpirsyar be.”

Temellî diyar kir ku desthilatdarî hiqûqê talan dike û wiha bi mijarê daket: “Daxwaz vekirî ye: Divê birêz Ocalan karibe bi rêk û pêk malbat û parêzerên xwe bibîne. Nedîtina vê daxwazê talankirina hiqûq û edaletê ye. Ne tenê em vê dibêjin. Di biryarên Yekitiya Parlamenteran a Konseya Ewropayê de jî ev yek tê destnîşankirin. CPT di van mijaran de dixebite. Ji bo çareserkirina vê bêhiqûqiyê divê hevdîtinên bi malbat û parêzeran re dest pê bikin.”

Sezaî Temellî bi bîr xist ku ne tenê Leyla Guven zêdeyî 300 girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê 54 roj in di greva birçîbûnê de ne û ne dikarin vîtamînê bigirin, ne jî di nava şert û mercên baş de dikarin çalakiya xwe bidomînin.

Temellî diyar kir ku ji vê jî wêdetir îşkence li çalakgerên greva birçîbûnê tê kirin û xwest, dawî li kiryarên nebaş ên li girtîgehan bê anîn û daxwazên hiqûqî bi cih bînin.  Di axaftina xwe de Temellî diyar kir ku dadgerî bi fermanên ji Qesra Erdogan tê tevdigere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî ku bêhiqûqî li her derê bi cih bûye, civak bêdeng e û ev bêdengî cihê tirs û fikaran e. Ez bang li alîgirên demokrasî, aştî, azadî, edalet û mirovên xwedî wijdan dikim. Em dikarin dawî li vê rewşê bînin. Ji bo vê jî em guh bidin wijdanê xwe.” ENQERE 

Dikarî Biecibînî