Li Dûîsbûrgê meşa dirêj dest pê kir

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dûîsbûrgê meşeke dirêj dest pê kir. Her wiha polîsên alman dema daxuyaniyê de bi ser avahiya NCDK’ê kirin û hewl dan Mustafa Tuzak ku ev 26 roj in li dijî tecrîdê di greva bêdem û bêdorveger de ye binçav bikin

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê, li bajarê Dûîsbûrgê yê almanyayê meşa dirêj dest pê kir û meş dê du rojan bidome. Meşvanan beriya destpêkirina meşê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) deqeyek rêz girt.

Baskekî meşê li Bonn-Koln-Dusseldorfê, baskê din jî li Dûîsbûrgê dest bi meşê kir. Meşvan dê 9’ê sibatê li ber DGB Haûsê ya li Dusseldorfê li hev bicivin, ber bi parlamentoyê ve bimeşin û li wir mîtîngekê li dar bxin.

Polîsan beriya destpêkirina meşê dor li NCDK’ê girt û xwestin pêşî li tevlêbûnê bigirin. Di dema daxuyaniya çapemeniyê de jî xwestin girseya gel a hewl dida posterê Rêberê Gelê Kurd Ocalan hilde, provoke bikin.

Beşa îro ya meşê dê saet din16’an bi mîtînga li ber gara trênê ya Dûîsbûrgê biqede û dê sibe jî saet di 10’an de dîsa dest pê bike.

Polîsên alman xwestin Tûzak binçav bikin

Her wiha di dema daxuyaniyê de 20 polîsên alman bi ser avahiya NCDK’ê ve girtin. Polîsan bi hinceta ku êlekê bi wêneyê Ocalan li ser e lê ye hewl dan Mustafa Tûzak ku ev 26 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, binçav bikin.  Lê li ser nerazîbûna xebatkarên komeleyê, polîsan agahiyên nasnameya Tûzak wergirtin û çûn.

Rêveberên komeleyê jî diyar kirin ku destwerdana polîsan nehiqûqî ye û dê serî li dadgeriyê bidin.  DÛÎSBÛRG