DGH’ê li Tirkiyeyê bi dehan çalakî pêk anîn

 Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku ji 5’ê çileyê ve li gelek bajaran herî kêm 18 kargeh, 6 febrîqe, 3 wesayît û 2 depo hatine şewitandin

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li metropolên Tirkyeyê çalakî hatine lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Stenbolê 6, li Konyayê 2, li Manîsayê 1, li Îzmîrê 2, li Denîzliyê 5, li Mêrsînê 1, li Kocaeliyê 1, li Enqereyê jî çalakiyek hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, hûrgiliyên çalakiyan wiha ne: “Di 16’ê çileyê saet di 01.30’an de li sîteya pîşesaziyê ya li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê, kargeheke ku madeyên xav ên plastîk çêdikirin hat şewitandin. Kargeh bi temamî şewitî û zirareke mezin lê bû. Di 28’ê çileyê saet di 12.45’an de li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê febrîqeyeke ku alkol çêdikir hat şewitandin. Febrîqe bi temamî îmha bû û bi milyonan zirar li febrîqeyê bû. Di 29’ê çileyê saet di 22.00’an de li navçeya Sîlîvriyê ya Stenbolê, febrîqeyeke bermahiyan û veguherandina bermahiyan hate şewitandin. Febrîqe bi temamî îmha bû. Di êvara 31’ê çileyê de febrîqeyeke ard a li navçeya Sîlîvriya Stenbolê hate şewitandin. Di 1’ê sibatê saet di 04.00’an de atolyeyeke mobîlya ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê hate şewitandin. Di 3’yê sibatê saet di 20:30’an de firoşgeheke mobîlya ya li sîteya mobîlyaanan a li Başakşehîra Stenbolê  hat şewitandin. Di 19’ê çileyê de li navçeya Karatay ya navendî ya Konyayê febrîqeyeke ku tankên binê erdê çêdikir hate şewitandin. Di 21’ê çileyê de li navçeya Ereglî ya Konyayê, pasajek hate şeiwtandin, bi dehan kargehan zerar dîtin. Di êvara 2’yê sibatê de li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê saloneke pîde hate şewitandin. Di 3’yê sibatê de dikaneke şûştina xaliyan a li navçeya Bûca ya Îzmîrê hate şewitandin. Di 3’yê sibatê de kargeheke çêkirina pêlavan li navçeya Bornova ya Îzmîrê hat şewitandin. Di êvara 26’ê çileyê de li navçeya Tavas a Denîzliyê depoyeke kayê hate şewitandin. Xisareke ji 100 hezar lîreyî li depoya kayê bû û depo bi temamî şewitî. Di 29’ê çileyê de li navçeya Çîvrîl a Denizliyê febrîqeyeke ku qaseyên plastîk çêdikirin hate şewitandin. Di 30’ê çileyê saet di 20.00’an de, li navçeya Pamûkkale ya Denîzliyê mînîbusek hate şewitandin. Di 2’yê sibatê de wesayîtek li navçeya Efendî ya navendî ya Denîzliyê hat şewitandin. Di 4’ê sibatê de li navçeya Pamûkkale ya Denizliyê wesayîtek hate şewitandin. Di 28’ê çileyê de li Tarsûsa Mêrsînê OSB’ê febrîqeyeke heste hate şewitandin. Di 28’ê çileyê de li navçeya Golcuk a Kocaeliyê ofîseke emlaqê hate şewitandin. Di 5’ê çileyê de li navçeya Serîk a Enqereyê depoya kargeheke şexsê bi navê M.K. hat şewitandin.” AMED