Welatiyekî kurd li Gîessenê dest bi greva birçîbûnê kir

Welatiyê kurd ê bi navê Mehmet Şerîf Narman ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li bajarê Gîessenê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Piştgiriya bi grevê re roj bi roj berfirehtir dibe.

Di çarçoveya piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan de,  li bajarê Gîessenê yê Almanyayê jî welatiyekî kurd ê bi navê Mehmet Şerîf Narman dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Narman çalakiya xwe li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Gîessenê berdewam dike. Têkildarî mijarê Narman anî ziman ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, dest bi greva birçîbûnê kiriye. GÎESSEN