Qeyûm fermana qedandina budçeyê da!

Hat îdîakirin ku qeyûmê tayînê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê hat kirin Walî Mûstafa Yaman, ji bo Serokê Daîreya Xizmeta Malî fermana ‘Hûn çi dikin, bikin heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye

Wezareta Karê Hûndir di 17’ê mijdara 2016’an de walî Mûstafa Yaman weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê kiribû. Di rapora Sayiştayê de derketibû holê ku qeyûm li dijî mewzûata tevgeriyaye. Ji ber ku nêzî 900 milyon TL deynê şaredariyê zêde bû û di kaseyê de qet pere nema, hemû xebatên şaredariyê hatin rawestandin. Piştî budçe ji bo şaredariyê hat  veqetandin û şûn de dîsa dest bi xebatan hatin kirin.

Hat îdîakirin ku piştî pere ji bo şaredariyê hat veqedandin, qeyûm Mûstafa Yaman, ferman daye ku ev budçe heya meha adarê bê xerçkirin. Li ser daxwaza Yaman hat diyarkirin ku Serokatiya Daîreya Xizmeta Malî derbarê deynên şaredariyê û budçeya 2019’an de raporek pêşkêşî Yaman kiriye. Li gorî agahiyên çavkaniyên ewle, Yaman di çarçoveya vê raporê de xwestiye  ku budçeya 2019’an di nava van sê mahan de bêxerç kirin û fermana ‘Lêçûnê bikin. Malzemeyan bikirin. Deynana bidin. Hûn çi dikin, bikin heya adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye.

Li aliyê din hat zanîn ku di rojên derbas bûyî de, civîn bi hemû serokên daîreyan re hatiye lidarxistin û Yaman di civînê de ji serokên daîreyan re ev tişt gotine: “Heya roja dawiyê jî, li ser karê xwe bin. Encama hilbijartinê çi dibe bila bibe, ji bo ku hûn li ser karê xwe berdewam bikin, em ê gavên pêwîst biavêjin. Bila tirsa we ya ji kar avêtinê tune be.” MÊRDÎN