‘Tenê yekitî dikare êrîşan rawestîne’

 

 Welatiyên herêma Balekayetî gotin ku parçebûna dinava aliyên kurdan de derfetê herî mezin ê êrîş kirina djminê gelê kurd e. Welatiyan da zanîn ku tenê yekitî dikare êrîşan rawestîne

Welatiyên başûrê Kurdistanê rojane bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû dimîne. Li Başûr 22 baregehên leşkerî û bi dehan saziyên îstixbaratî yê MÎT’a tirk hene. Dewleta tirk bi hemû hêza xwe hewl dide wekî ku hikumeta Başûr xistiye bin kontrola xwe, dixwaze gelê herêmê jî têxe bin kontrola xwe. Gelê kurd sedema van êrîşan û armanca dewleta tirk bi nebûna yekitiya kurd ve girê didin. Bang û daxwazên welatiyên başûrê Kurdistanê yên ji bo kongreya netewî berdewam dikin. Li ser vê mijarê welatiyên navçeya Çoman a ser herêma Balekayetî ji ajansa Rojnewsê re axivîn.

Aram Cebar nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta tirik da. Cebar destnîşan kir ku rêya pêşîgirtina êrîşan yekitiya kurdan e û wiha got: “Sedema êrîş û binpêkirinên rejîma Îran û Tirkiyeyê ji ber yekbûna kurdane tune ye. Jîngeha Kurdistanê tê şewitandin û wêran dibe. Di encama bombebaranê de gelek kes dibin qurbanî, tenê yekitî û pêkanîna kongreya netewî dikare li dijî van êrîşan raweste.”

Şemal Nawpirdanî sedema van êrîşan bi nebûna yekitiyê ve girêda û ev tişt anî ziman: “Dijminê gelê kurd bi taybet dewleta tirk, ji nebûna yekbûna gelê kurd derfetan ava dike. Ji ber vê yekê li gorî ku dixwaze êrîşî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dike.”

Zubêr Resul jî li ser heman mijarê axivî û da zanîn ku divê aliyên siyasî ji dîrokê dersê bigrin. Resul diyar kir ku ji bo ku destkeftiyên gelê kurd neyên tune kirin, pêwîste aliyên kurdan li bihevre kom bibin. HEWLÊR