Berxwedana Guven ket roja 93’yan

 

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye ket roja 93’yemîn

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, ket roja 93’yemîn. Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan ku di pêşengiya Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Fransa, Mexmûr, Şengal, Silêmaniyê didome.

Guven, bi armanca tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 93 rojin di grevê de ye. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 80 de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 54’an de, çalakiya koma destpêkê ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 55’an de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 291 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger de ne.  AMED