Li ser ciwanan polîtîkaya sîxurtiyê bi dawî nabe

 Li Edeneyê, di mehekê de kesên gotin “ez îstixbarat im” sîxurtî li 10 ciwanan ferz kirin. Yek ji van ciwanan jî Endama Meclisa Ciwanan a HDP’a Edeneyê ye Mîhrîban Kiliç e. Kiliç got ku dê li ber van çewisandinan û polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin

Li Edeneyê, kesên ji xwe re dibêjin “ez îstixbarat im”, sîxurtiyê li ciwanan ferz dikin. Di meheke dawî de sîxurtî li 10 ciwanan hat ferzkirin. Yek ji van ciwanan jî Endama Meclisa Ciwanan a HDP’a Edeneyê ye Mîhrîban Kiliç e. Di 30’yê Çileyê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de, li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê îfadeya Kiliçê hat girtin. Li vir hin kesên gotin “ez îstixbarat im” sîxurtî lê ferz kirin.

Derbarê ferzkirina sîxurtiyê de Kiliç bilêv kir ku li emniyetê sê kesan jê re gotiye: “Em îstixbarat in. Ma tu naxwazî alîkariya dewleta xwe û me bikî? Tu keçeke pir xweşik e û emrê te jî biçûk e. Em ê nehêlin kes daxilî te bibe. Biçe partiyê û bê, em gazî te nakin. Lê tenê alîkariya me bike.” Kiliç diyar kir ku wê bertek nîşan daye lê belê di 1’ê sibatê de heman kesan dîsa peyam jê re şandine û jê re gotine: “Îfade û dosye hat guherandin. Lê biner te beraat kir. Were em rû bi rû biaxivin. Em li cem mala te ne. Em 10 deqîqeyan biaxivin. Em qenciya te dixwazin.”  Kiliç destnîşan kir ku wê hejmara telefona van kesan asteng kiriye û wiha got: “Ez û malbata xwe tev de ji ber vê rewşê pir nerihet bûn. Em li ber van çewisandinan û polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin.” EDENE