Parêzeran biryara DMME’yê nirxand

DMME’yê ji bo serlêdana der barê Cizîrê de biryara “nayê qebûlkirin” da. Yek ji parêzerên dozê Ramazan Demîr got: “Em dizanin hiqûqnasên AYM’ê tim diçin DMME’yê. Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zorê dide dadgehê. Yanî em wisa difikirin ji DMME’yê re gotine ‘hûn van dosyeyan ji me re bihêlin.'”

Li navçeya Cizîr a Şirnexê di navbera 2015-2016’an de di dema qedexeyên derketina derve de 137 mirov hatin kuştin. Der barê vê yekê de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn. Lê belê DMME’yê biryara xwe duh aşkera kir û got “nayê qebûlkirin.” Parêzerên dozê Newroz Uysal û Ramazan Demîr biryara DMME’yê nirxandin.

Uysal bilêv kir ku DMME ji destpêkê ve dizane rêyên hiqûqa hundurîn nehatine xitimandin lê belê ew li bendê bûne ku DMME bêyî li benda biryarên AYM’ê bisekine têkeve esasê. Uysal diyar kir ku diviya DMME bigotana ‘Der barê qedexeyên derketina derve de li Tirkiyeyê rêyeke çalak a hiqûqa hundurîn tune ye. Ez serlêdanan qebûl dikim’ an jî diviya li benda biryara AYM’ê ya der barê serlêdanan bisekiniyana. Uysal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dosya hemû li ber Dadgeha Destûra Bingehîn sekinandîne. Berî ku DMME, biryareke erênî yan jî neyînî bidana diviya li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bisekiniyana. A rast, DMME bi vê biryara xwe gog avêt cem Destûra Bingehîn û careke din baweriya xwe ya bi daraza tirk nû kir. Jixwe helwesta AYM’ê ya di vê pêvajoyê de li ber çavan e. AYM, pêvajo taloq kir û nexwest hevrû bibe.”

Uysal bilêv kir ku li gorî wan ev yek bi zanebûnî hatiye kirin û wiha got: “Ev dosya, ne dosyayeke ku mirov bide ber bextê AYM’ê.”

Vê biryarê qebûl nakin

Parêzer Ramazan Demîr jî diyar kir ku qesta DMME’yê ya ji nexitimandina rêyên hiqûqa hundurîn ev e: “Serlêdan hîn li ber AYM’ê ne û hîn AYM biryarek nedaye. Ez dixwazim li benda biryara AYM’ê bisekinim.” Demîr destnîşan kir ku ew biryara hatiye dayîn qebûl nakin û wiha got: “Helwesta AYM’ê, biryarên wê yên der barê parastina hikûmetê de, rewşa daraza li Tirkiyeyê, alîgirî û neserbixwebûna wê esas negirt. Her wiha DMME, di biryara xwe de gotiye ‘me hay ji cidiyet û mahiyeta rewşê heye.’ Yanî bi vê biryarê wek ku şanseke din dabe AYM’ê. Tê gotin, ger AYM di biryarên xwe de li gorî rewşên DMME diyar kirin tev negere, dê di wexteke maqûl de dîsa biçe DMME’yê. Tiştekî wek ‘Em hem hay ji wehameta raporên Komîseriya Mafên Mirovan a Ewropayê hem jî ji yên navdewletê hene. Em naxwazin AYM’ê bieciqînin.’ Em ê jî li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bisekinin.”

Hikûmet zorê dide dadgehê

Demîr destnîşan kir ku wan helwesta AYM’ê, liv û tevgera wê ya ku li gorî agahiyên ji yekeyên ku operasyon bi rê ve birine girtine bide û gelek tiştên din berpêşî dadgehê kirine û ev tişt anî ziman: “AYM’ê helwesta xwe ya di vî warî de diyar kir. Hem bi pirsên parêzeran hem jî di mînakên ku polîsên taybet şandin ser mala kesên serî lê dane, alîgiriya xwe diyar kiriye. Wexta biryar da, hincetên berpêş kirin hemû wekî fezlekeyên polîsan bûn. Me bal kişand ser van tiştan hemûyan. Lê dîsa jî gelek sedemên ku nehat xwestin AYM bê eciqadin hene. Di nêz de li Konseya Ewropayê û DMME’yê ji aliyê hikûmetê ve lobiyeke cidî hat kirin. AYM, bixwe jî ev yek kir. Em dizanin hiqûqnasên AYM’ê tim diçin DMME’yê. Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zorê dide dadgehê. Yanî em wisa difikirin ji DMME’yê re gotine ‘hûn van dosyayan ji me re bihêlin.'”

Biryarek pir xirab e

Demîr, bilêv kir ku ew ê li benda biryara AYM’ê bisekinin û ev tişt got: “Em ê binêrin bê ka li gorî pîvana dadgehê tê dayîn an na. Ev yek ji bo AYM’ê bû wekî çekeke vekirî. Tevî ev qas binpêkirin hebûn, komkujiyeke mezin hebû, delîl ber bi çav bûn jî DMME’yê biryareke wisa da. AYM, neeciqand. Ev yek jî nîşan dide ku dê ji bo serlêdanên ji niha û pê ve jî wisa tev bigere. Ev ji bo mexdûrên li Tirkiyeyê rewşeke pir xirab e.”

AYM’ê serî tewandiye

Demîr diyar kir ku bi vê biryarê opsiyoneke ku AYM qet heq nake ji bo AYM’ê hatiye naskirin û wiha got: “Em dizanin dê di dosyayên bi vî rengî de biryareke ku hikûmetê nerihet bike neyê dayîn. Ji hêla me ve rewş zelal e. Li AYM’ê mehkûmkirina mexdûrên Tirkiyeyê bêwijdanî ye, bêhiqûqîtiyeke mezin e. Êdî AYM ne ya berê ye, li ber hikûmetê serî tewandiye.” STENBOL