Çîroka malbateke kurd

 

Çîrokên malbatên kurd, wêneyê polîtîkayên dewletdê yên li ser gelê kurd tên meşandin nîşan dide. Yek ji malbatên ku wêneyê çîroka kurdan nîşan dide Malbata Yakişir e. Bav hat windakirin, 2 zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dan û 2 zarokên wan jî girtî ne

Li bajarên kurdan bi hezaran gund vala bûn. Bi hezaran welatî li malên xwe û kolanan hatin revandin û windakirin. Niha bi hezaran welatiyên kurd ji ber doza siyasî girtî ne. Dîsa bi deh hezaran ciwanên kurd ên neheqî qebûl nekirin tev li PKK’ê bûn. Yek ji van malbatên ku hemû çîrokên malbatan di nav çîroka xwe de vedihewîne malbata Yakişir e. Malbata Yakişir ji Gundê Saxgozê yê navçeya Dara Nênê ya Çewlîkê û koç kirine. Malbata Yakişir a xwedî 10 nifûs  e, di sala  1994’an de ji gundê Saxgozê koç kirin. Malbata Yakişir, ji ber bombebarana sala 1993’yan heta 1994’an ên balafirên şer û zextên leşker û cerdevanan, di sala 1994’an de gundê xwe terk kirin. Malbata Yakişir, destpêkê koçî Stenbolê kirin û ji wir jî hatin Amedê. Piştî malbatê koç kirin çend roj şûnde bav Mehmet Alî Yakişir (46) çû gund û ji aliyê kesên nediyar ve hat revandin. Ji wê rojê heta niha agahî ji bav Yakişir nayê girtin. Piştî malbatê agahiya ‘Hat kuştin’ girt koçî Stenbolê kirin.

2 bira di şer de şehîd bûn

Malbata Yakişir, piştî koçî Stenbolê kir, ketin nav destê xizanî û bêzariyê. Malbata Yakişir, di nav zor û zahmetiyên mezin de  salên xwe derbas kirin.  Kurê Mehmet Alî Yakişir, Mehmet Yakişir, dema bi zorê birin leşkeriyê fîrar kir û di sala 1998’an de tev li PKK’ê bû. Birayê wî Yakup Yakişir jî dema lîse dixwend di nîsana sala 2009’an de tev li HPG’ê bû. Bira Mehmet Yaşikir piştî 20 salan di nav PKK’ê de ma, di 13’ê tîrmeha 2018’an de li Gumuşxaneyê di şer de şehîd ket.  Mehmet Yakişir li Amedê bi merasimekê hat veşartin. Bira Yakup Yakişir jî  di adara 2018’an de di şerê li Efrînê de şehîd ket.

2 bira girtî ne

Ji malbata Yakişir ku bav hat windakirin û 2 bira di şer de şehîd bûn, niha 2 bira jî girtî ne. Bira Talip Yakişir (32), bi îdîaya di maşîna wî de bombe hatiye dîtin, 3 caran lêpirsîn lê hat vekirin. Piştre doz lê hat vekirin û 14 sal ceza lê hat birîn. Talip Yakişir, niha li Girtigeha Menemen a Îzmîrê Girtî ye. Bira Orhan Yakişir (29) jî bi sedema xebatên siyasî niha girtî ye. Orhan Yakişir jî ji ber xebatên siyasî 12 sal ceza lê hat birîn û niha li Girtîgeha tîpa D a Amedê ye.

25 sal in hêj cenazeyê bavê xwe nedîtine

Bira Salîh Yakişir (41)  diyar kir ku jiyana malbata wan wekî fîlmekî ye û wiha got: “Dema em li gund bûn rê girtî bûn. Maşîne tune bûn. Me hemû alav û amûrên xwe li gund hiştin û me gund terk kir. Em nêzî hefteyekê meşiyan. Ji ber qedexeyan em nikarîbûn biçin gund. Dema bavê min qantir bir gund hat windakirin. Piştî em hatin Çewlîkê em nêzî salekê li Çewlîkê man. Em bi hêviya ku bavê xwe bibînin li Çewlîkê man. Piştre em fêr bûn ku bavê me hatiye kuştin. 25 sal borîn lê hêj cenazeyê bavê min li holê tune ye. Piştre me koçî Stenbolê kir. Em li wir di nav xizanî û zahmetiyên mezin de man. Birayê min Mehmet Yakişir bi zorê birin leşkeriyê. Piştre me bihîst ku birayê min firar kiriye û tev li PKK’ê bûye. Piştî wê birayê min ê biçûk Yakup ket bin bandora Mehmet û dema lîse dixwend tev li HPG’ê bû. Yakup hêj biçûk bû  tev li hevalan bû. Xwendekarekî serkeftî bû. Got ‘Ez nikarim li vir bijîm’ û çû. ”

Yek diçe deh hezar tên

Yakişir anî ziman ku di qedexeya Sûrê de xwarziyê wî Mahsum Gurkan di adara 2016’an de di şer de şehîd bûye û wiha got: “Di salên 94’an de bavê min hat qetilkirin. Piştî wê xwişka min zewicî. Piştre kurê xwişka min çêbû, mezin bû û ew jî di şerê Sûrê de jiyana xwe ji dest da. Yek diçe deh hezar tên. Bi kuştinê nikarin rê li ber têkoşîn û doza me bigirin. Kes nikare ji van ciwanan re bêjin ‘Tu neheq e.’ Kes nikare ji Yaqup re bêje ‘Tu li dijî zagonên vî welatî derketî’ ger ku wisa bêjin ew jî dê bêje ‘We bavê min kuştiye. Bavê min gundiyekî feqîr bû. Te gundê me talan kir û em koçber kirin. Te bi hezaran xizmen min kuşt’.”

‘Derve li me kirine zindan’

Salih Yakişir anî ziman ku niha birayên wî Orhan Yakişir û Talip Yakişir girtî ne û wiha got: “Dozger û dadger bi pêşdarazî nêzîk bûn. Gotin ‘Hûn ji malbata rêxistinê ne. Ev têra delîlan dike’ û ceza li wan birîn. Polîs her dem bi ser malbata me de digirin. An sirgûn dikin, an înfaz dikin an jî digirin û davêjin zindanê. Jiyanê li me diheriminin. Her ku diçe şert û mercên jiyanê li me zehmet dikin. Niha dibe ku em li derve ne. Lê em jî di zindanê de ne. Niha kes nikare azad tev bigere. Mehê carekê bi ser malê de digirin û deriyên malê dişikînin. Zextên derûnî li ser me dimeşînin. Dayika min 60- 70 salî ye. Me rehet bernadin. Dayika min nikare derkeve derve.”

‘Ez li ser vê axê mezin bûm’

Yakişir da zanîn ku çend roj berê hat binçavkirin û di bin çavan de polîsan gotiye ‘Em matmayî dimînin ku tu hêj çawa li vir dijî’ û ev tişt anî ziman: “Min jî got ‘Ez li ser vê axê mezin bûm. Ez gelê Mezopotamyayê me. Ez ji xeynî vir nikarim li cihê din bijîm. Ji me dixwazin ku yan em sirgûn bibin, an em bên kuştin an jî bên girtin. Dikarin me bikujin û bavêjin zindanê. Lê divê em warê xwe û axa xwe terk nekin. Me tiştekî şaş nekiriye û em ji vir bar nakin.”

 Tu car neheqî qebûl nekir

Xwişka Yakup Yakişir Fatma Yakişir (27) jî qala Yaqup kir û wiha got: “Jiyanek pir zor û zahmet e. Min û Yakup heta lîseyê bi hevre xwend. Em di heman pol û sirayê de bûn. Her tim bi hurmet û fedekar bû. Tu car neheqî qebûl nekir. Hem neheqî qebûl nedikir û hem jî neheqî li kesî nedikir.  Hêj zarok bû her dem lepirsîn dikir. Her tim wate dida tiştan. Em di sala 2008’an de hatin Amedê. Min lîse berdabû. Lê wî lîse berdewam dikir. Her tim digot ‘Dema em bimirin, divê çavê me girtî nemîne. Divê em tiştekî nîvco ji kesên li pişt xwe re nehêlin. Divê em paşerojek rast û xurt li pey xwe bihêlin.’”

Gund bi F16’an bombe kirin

Dayika Salih Yakişir a 67 salî Hatîce Yakişir jî anî ziman ku ji sala 1993’an heta sala 1994’an balafirên şer ên F-16 gunde wan bombe kirin û leşkeran gundê wan talan kir û wêran kir. Dayika Hatîce wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema balafiran gundê me bombe kir Şervanê min (Yakup) wê demê hêj yek salî bû. Di çilê zivistanê de di nava serma û berfê de me gundê xwe vala kir. Li ser me bomde dibarandin. Em û zarokên xwe ji gund derketin. Me koç kir û me xwe avêt gundekî din. Me bi zorê canê xwe û  zarokên xwe xelas kir. 10 roj şûnde hevjînê min bi hesp vegeriya gund. Lê piştî çû gund carek din venegeriya. Me hesp dît, lê me Mehmet Alî carek din nedît. Wê demê zarokên min biçûk bûn. Kurê min ê herî mezin 19 salî bû. Jiyana me di nava koçberî, xizanî, zahmetî û zilmê de derbas bû. Min di nava zor û zahmetiyên pir mezin de 10 nifûs mezir kirin. Kurê min Cudî (Mehmet) piştî zewicî 2 sal şûnde tev li partiyê bû. Ji ber ku zext zêde bûn, li dijî zextan tev li PKK’ê bû. Kurê min ê herî biçûk Şervan li Efrinê şehît ket. Hevjînê min û 2 kurê min di şer de jiyana xwe ji dest dan. Ez wekî dayikekê dixwazim dawî li vê kuştinê bê. Ez wekî dayikekê dixwazim aştî pêk bê. Dayikên ku daxwazên xwe yên aştiyê tînin ziman, rastî êrîşên bombeyên gazê tên. Em naxwazin dayikên gerîla û leşkeran bigirîn. Em aştiyê dixwazin. Kesên 70 salî wekî terorîst pênase dikin.” AMED