Serlêdanên ji bo çûna Îmraliyê hat redkirin

Malbata Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Li aliyê din jî serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç, ji bo ku biçin Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê yên Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê serlêdana xwe kirin.

Li aliyê din serlêdana parêzerên Ocalan ku duh kiribûn ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.  Ev bû cara 788’an e ku serlêdanên parêzerên Ocalan tên redkirin. Serlêdana parêzeran bi hinceta,  ”sînorkirina têkildarî cezaxwariyan a bi çarçoveya Qanûna Têkildarî Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê ya bi Hijmara 5275’an” hat redkirin. STENBOL