Meşa dirêj di roja duyemîn de ye

 Meşa dirêj a li Dûîsbûrgê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan pêk tê di roja duyemîn de ye

Li dijî tecrîdkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê çalakiyên grevên birçîbûnê û çalakiyên cur bi cur tên li darxistn. Kurdistaniyên li Ewropayê jî bê rawestîn di nav çalakî û berxwedanê de ne. Li Almanyayê jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ev du roj in kurdistanî û dostên wan dimeşin. Meşa dirêj a li Dûîsbûrgê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan dest pê kiriye di roja duyemîn de ji ber Gara Trenê ya Navendî ya Dûîsbûrgê dest pê kir didome.

Piştî destpêkirina meşê polîsên alman avêtibûn ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê (NCDK) û xwestibûn çalakgerê greva birçîbûnê Mustafa Tuzak binçav bikin. Parlamenterê SPD’ê yê eyaletê Frank Borner piştre serdana NCDK’ê kir û helwesta polîsên Dûîsbûrgê şermezar kir. Borner diyar kir ku nêzîkatiyeke bi vî rengî li çalakgerekî greva birçîbûnê li dijî mafên mirovan e.

Borner zextên desthilatdariya AKP’ê yên li dijî kurdan şermezar kirin û got ku ew piştgiriyê didin Leyal Guven û çalakgerên greva birçîbûnê yên li Ewropayê. Borner got ku ew bi daxwazên kurdan re ne.

Meşvan wê îro 10 kîlometreyan bimeşin û xwe bigihînin Dûîsbûrg Statsbergê. Roja şemiyê jî dê li ber DGB Haûs a Dusseldorfê bi baskê meşê yê ji Bonn-Kolnê bigihêje hev û bimeşin. DÛÎSBÛRG