Ji bo girtina cenazeyan walîtiyê şert danîn ber malbatan

Malbatên kesên di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dane, ev 3 sal in nikarin cenazeyên xwe bigirin û herî dawî walîtiyê ji bo malbatên biçin goristana rêya wê tune şerta ‘Em wesayîtê nadin. Ji malbatê du kes dikarin biçin cenaze bigirin’ danîn ber wan

Li Cizîra Şirnexê 3 sal berê qedexeya derketina derve hat ragihandin û di qedexeyê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da. Di qedexeya ku 3 mehan berdewam kir de bi dehan cenazeyên hatin teşîskirin jî bi hinceta qedexeyan li  goristana Şirnexê hatin definkirin. 45 gorên kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan li Goristana Ziyareta Nala Rû hatin definkirin. Serlêdanên malbatên ku xwestin cenazeyê zarokên xwe bigirin bi hincetên cuda nehatin qebûlkirin.

Malbatan diyar kir ku di serlêdana dawî ya walitiyê de, walitiyê şert û merc yek bi yek rêz kirine û şertên ku dikarin cenazeyan ji wir derxin dane ber wan û gotiye ku tenê ji malbatê du kes dikarin bên.

Walitiyê du şertên wisa da ber malbatan:

-Em ê cenazeyan bidin lê divê ji malbatê du kes hebin û dê polîs û leşker jî ligel we bin.

-Em ji bo cenazeyên tên derxistin wesayîtê nadin. Hûn ê wesayîta xwe bînin.

‘Ev ne wijdanî ye’

Malbatan bertek nîşanî şertên danîne ber wan dan û diyar kirin ku rêya goristanê tune ye, ew bi xwe bi zor diçin, wê wesayît çawa biçe û daxuyandin ku gelek cenaze li wir hene lê li dora goristanê têlek jî tune ye û wiha gotin: “Li goristanê av tune ye. Rê tune ye. Nav jî li goran nenivîsîne. Em gelek bêzar bûne. Em naxwazin bi du kesan cenaze bigirin. Ev bêwijdanî ye.” ŞIRNEX