Rojnameger Avyan Buldan hat oxirkirin

 

Berdevka Tevgera Ciwanên Mexmûrê Avyan Buldan, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Xwişka Avyan rojnameger Evîn Buldan jî du sal berê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû

Berdevka Çapemeniyê ya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Avyan Buldan ku di heman demê de li bajarê Hewlêrê ji bo debara malbatê jî kar dikir, serê vê sibehê li Hewlêrê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Buldan piştî nîvro saet di 16.00’an de ji nexweşxaneya Hewlerê bi karwanekê anîn Wargeha Mexmûrê û birin mizgefta semta Şehîd Çîçek. Cenaze li wir piştî kar û barê olê ji aliyê bi sedan kesî ve li goristana wargehê hat oxirkirin.

Avyan Buldan dibistana seretayî û amadeyî li wargehê qedand û li Hewlêrê beşa derunînasiyê ya Zankoyê qedandiye. Buldan ku berdevkiya Çapemeniya Tevgera Ciwanên Mexmûrê dikir, di heman demê de di Koordînasyona Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) jî cih digirt.

 

Xwişka wê jî bi krîza dil jiyana xwe ji dest dabû

Xwişka Buldan Evîn Bûldan ku li bakurê Kurdistanê di rojnameyên kurdî Azadiya Welat û Rojeva Medyayê ku bi KHK’ê hatibûn girtin de wekî edîtor kar dikir jî di sala 2017’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Evîn Buldan li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatibû definkirin. MEXMÛR