Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye

 

Çalakiya nobetê ya ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye li KCD’ê hat destpêkirin di roja 9’emîn de didome

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 93 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomîne. 291 girtiyên bi heman daxwazê li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin jî di roja 55’emîn de dewam dikin.

Bi armanca piştgiriya ji bo Guven û girtiyan parlamenterên HDP’ê li avahiya KCD’ê di 31’ê çileyê de dest bi çalakiya nobetê kiribûn. Çalakiya wekîlan di roja 9’emîn de didome. Çalakiya îro Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun dewr girtin.

Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Amedê Selçuk Mizrakli jî di nav de nûnerên gelek sazî û dezgehan çalakiya wekîlan ziyaret kirin. AMED