Çalakiya vekirina korîdora mirovî 16 roj li pey xwe hişt

 

Çalakiya nobetê ya şengaliyan a ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de, di roja 16’an de bi biryardarî berdewam dike

Çalakiya nobetê ya şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û rojavayê Kurdistanê de, di roja 16’an de bi biryardarî li ber deriyê sînor didome. şengalî aşkera dikin ku heta korîdor neyê vekirin dê çalakiya wan berdewam bike.

Di 15’ê kanûna 2018’an de korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di dema fermana 2014’an de ji aliyê şervanan ve hatibû vekirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin. Paşê li ser nerazîbûnên tund ên gelê Şengalê hikûmet neçar mabû ku bi awayekî fiîlî veke û soz dabûn şengaliyan ku dê vekirî bihêlin. Lê piştî demekê careke din korîdor bi temamî li ser şengaliyan hat girtin.

Ji bo korîdor were vekirin û bi fermî were qebûlkirin ji 24’ê çileyê ve çalakiya konvedanê li ber korîdorê dest pê  kiriye. ŞENGAL