Welatiyên Binarê Qendîlê komplo şermezar kir

Li Binarê Qendîlê bi meşekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin

Welatiyên Binarê Qendîlê bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşma ‘Tecrîdê bişikîne, faşîzmê hilweşîne û Rêber Apo azad bike’ bi meşekê komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata sala 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, şermezar kirin. Her wiha di meşê de welatî piştgirî dan hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 93 roj in li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Piştî meşê li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Zîlan Mûsa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 15’ê Sibata sala 1999’an de li ser Rêberê Gelê Kurd komployeke navneteweyî pêk hat. Lewma ev 20 sal in Rêber Apo li Grava Îmraliyê dîl tê girtin û di bin tecrîdeke giran de ye. Li dijî vê tecrîda girankirî bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin. Em piştgiriya çalakiya heval Leyla Guven dikin û komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê kurd û ciwanan hat kirin ku li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest û dakevin qadan û piştgiriyê bidin Leyla Guven.

Her wiha çalakiya welatiyan bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana Leyla Guven’ bi dawî bû. QENDÎL