HDP dê li dijî tecrîdê bimeşe

Hevserok û parlementerên HDP’ê, ji bo piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê dê roja 11’ê sibatê ji qadaTaksîmê ber bi qada Galatasarayê ve bimeşin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 94’an de didome. Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakî hatin destpêkirin û çalakiya girtiyan jî di roja 55’an de ye. Li Hewlêrê çalakiya Nasir Yagiz di roja 81 de û li Galler û Strasboûrgê jî çalakiya greva birçîbûnê di roja 55’an de ye.

Piştgiriyên ji bo çalakgeran her diçe zêde dibin. HDP piştî mîtîngên li Amed û Stenbolê vê carê jî dê meşekê li dar bixe. Hevserok û parlamenterên HDP’ê jî di nav de dê 11’ê sibatê saet di 11:00’an de ji qada Taksîma Stenbolê ber bi qada Galatasarayê ve meşek bê lidarxistin û dê KCD, HDK û DBP jî piştgiriyê bidin meşê.

Piştî meşê dê di 15’ê sibatê de HDK, KCD, HDP û DBP li Taksîm Hîll Otelê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê bidin û balê bikişînin ser komploya navneteweyî  û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. STENBOL