DAIŞ li Dêrazorê li ber tunebûnê ye

Ji fermandarên HSD’ê Ednan Efrîn da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê êdî li ber tunebûnê ne. Efrîn da zanîn ku bi hezaran sivîl di destê DAIŞ’ê de ne û wiha got: “Ew wan weke mertalên zindî bi kar tînin. Em jî bi baldarî tevdigerin û dê dawî li DAIŞ’ê bînin.”

Çeteyên DAIŞ’ê ku di çarçoveya qonaxa ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ya Pêngava Bagera Cizîrê ya şervanên Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) ji bo rizgarkirina navçeya Hecîn û gundewarên wê daye destpêkirin de derbên giran dixwin; hewl didin bi rêbazên xwekujî, mayîn û hucreyên razayî li ser lingan bimînin. Her wiha koma çete hewl dide ku li herêmên rizgarkirî tevliheviyê derxîne.

Têkildarî qonaxa Şerê Tunekirina Terorê û hewldanên dawî yên DAIŞ’ê, ji fermandarên HSD’ê Ednan Efrîn ji ANF’ê bi Heysem Muslim re axivî. Efrîn diyar kir ku bi rizgarkirina bajarokê Baxozê ku cihê dawî ya di destê DAIŞ’ê de ye re em nikarin dê bi dawî bibin. Efrîn bi lêv kir ku DAIŞ di hêla leşkerî de êdî nikare tiştekî bike.

‘DAIŞ dixwaze careke din xwe berhev bike’

Efrîn got ku DAIŞ bi salan li van herêman serdestî dikir û ev nirxandin kir: “Di hêla fikir û hişmendiyê de zû bi zû bi dawî nabe. Bi rêbazên cuda dixwazin dîsa xwe komî ser hev bikin û bi reng û navekî cuda derkevin. Bi hezaran kes bi wan ve hatine girêdan. Xewn û xeyalên wan ên vegerê hene. Lê me hesaba wê jî kiriye ku êdî careke din tiştekî wiha nekin.”

Sivîlan weke mertal bi kar tînin

Fermandar Efrîn daxuyand ku DAIŞ li ber qedînê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê jî rojane êrîş dike. Xwe di nav sivîlan de vedişêrin û cil û bergên wan li xwe dikin. Du roj berê du jinên DAIŞ’î xwe di şervanan de teqandin. Em dixwazin di zûtirin dem de dawî li wan bînin lê bi hezaran sivîl girtî ne. Wan weke mertalên zindî bi kar tînin. Ji ber vê jî em bi baldarî tevdigerin. Sivîlên ku hatine rizgarkirin, li Hecîn û çend gundên wê tên bicihkirin. Ji bo vegerê herêm niha bi ewle nîne. Ji ber ku bi sedan mayin hîn çandî ne. Dema mayin hatin rakirin dê gel vegere cihên xwe.” DÊRAZOR

Dikarî Biecibînî