Panela ‘Di Rojhilata Navîn de rola kurdan’ dest pê kir

 

Bi pêşengiya KNK’ê panelek di bin navê, “Di aramî û îstîqrara Rojhilata Navîn de rola kurdan” li bajarê Helebceyê bi rê ve diçe. Di panelê de dê gelek mijar werin gutfûgokirin û gelek rewşenbîr û siyasetmedarên ji başûrê Kurdistanê û ji beşên din yên Kurdistanê jî amade ne

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Helebceyê  saet di 10.30’an de panelek dest pê kir. Panel bi beşdarbûna gelek siyasmetdar, çavdêrên siyasî, rojnamevan û akademisyenên başûrê Kurdistanê û ji beşên din ên Kurdistanê bi rê ve diçe. Panel bi dirûşma, “Di aramî û îstîqrara Rojhilata Navîn de Rola kurdan” dest pê kir. Di panelê de dê gelek mijar werin pêşkêşkirin û guftûgokirin. Bi taybetî çareseriya pirgirêka kurd li Rojhilata Navîn dê di panelê de were nirxandin.

Panel dê heta  êvarê bidome. Li gorî bernameya panelê mamosteyê Zankoyê Mûhsîn Edîp mijara bi navê, “Argumanên Neteweyî û rewşa sifir”, hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş jî mijara, “Rewşa dawî ya bakurê Kurdistanê”, Mamosteyê zankoyê Dr. Kamuran Berwarî jî mijara, “Pêwîstiya Iraq û Rojhilata Navîn bi sîstemeke siyasî ya nû heye” tê pêşkêşkirin. Her wiha rojnamevan û çalakvan Niyaz Ebdulla mijarek bi navnîşana, “Rola ragihandin di çêkirina yekîtiya netewî de”, Awat Mihemed jî mijara, “Rola Rêxistinên Sivîl di pêşxstina civakê de,” û hevserokê Nûnertiya PYD’ê Silêman Ereb jî, “Rewşa rojavayê Kurdistanê li beramber êrîşên dagirkeran,” endama KNK’ê Qumriya Berzencî jî mijara, “Rola jinan di pêkanîna yekitiya neteweyî de” tê pêşkêşkirin.

Panel niha bi pêşkêşkirina mijarên cuda bi rê ve diçe. HELEBCE