Ji niha ve biryara veguhastina sindoqan girtin

Li navçeya Pîrana Amedê piştî cemidandina qeydên hilbijêran vê carê jî biryara 13 sindoqan bikin yek û bê veguhastin hat girtin. HDP îtîrazê biryarê kir

Piştî hilbijêrên xeyalî niha jî biryara ku wek her hilbijartinê sindoqên hilbijartinê dikin yek ketin rojevê. Li gelek navçe û bajarên herêmê hilbijêrên xeyalî li ser gelek avahiyên ku vala ne hatibûn qeydkirin. Li navçeya Pîrana Amedê derket holê ku biryara sindoqên hilbijartinê bikin yek hatiye girtin. Piştî lîsteyên hilbijêran hatin daliqandin, li navçeya Pîrana Amedê 40 hilbijêr qeyda wan hatibû cemidandin û li navenda Amedê jî qeyda 656 hilbijêran hatibû cemidandin.

Di hilbijartina 24’ê hezîranê de li ser daxwaza walîtiyan li 20 bajarên herêmê bi hinceta “ewlehiya hilbijartinê” sindoq hatibûn veguhastin. Li Wan, Dêrsim, Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Qers, Colemêrgê, Erzîngan, Erzirom, Xarpêt, Amed, Bedlîs, Çewlîk, Êlih û Agirî jî di nav de li 20 bajaran sindoqên 144 hezar hilbijêran hatibû veguhastin.

Ev pêkanîn niha jî beriya hilbijartina herêmî li navçeya Pîranê xistin dewrê. Lijneya hilbijartinê ya navçeyê biryar girt ku 13 sindoq bikin yek. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê li dijî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Pîranê îtîrazê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr kir.  AMED